Şandeya duyemîn a Iraqê serdana wargeha Mexmûrê kir

Piştî şandeya Hikûmeta Iraqê, şandeyek girêdayî Firqeya 14’an a Artêşa Iraqê jî serdana wargeha Mexmûrê kir.

Piştî êrîşa dewleta Tirk a dagirker li dijî wargeha Mexmûrê bi çend seatan şandeyek girêdayî Hikumeta Iraqê bi ermanca lêkolîna cihê bûyerê serdan kir.

Şandeya li malên ku zirar dîtine geriyan û çavdêriyên xwe nivîsandin.

Endamên şandeyê di derbarê de gotin ku wan hikumeta Iraqê agahdar kiribû lê mixabin bêyî daxuyaniyekê bidin vegeriya.

Endamên şandeyê diyar kirin ku ewê encama lêkolîna xwe ji Bexdayê raghînin.

Back to top button