Çalakiya greva birçîbûnê ya hevseroka KCD’ê Leyla Guven a di girtîgehê de ye, di roja xwe ya 53’an de ye.
Piştgiriya bi çalakiyan re jî her ku diçe zêdetir dibe.
Çalakiya grevê ya bêdem û bêdawî ku di 26’ê Kanûnê de dest pê kir, niha li 23 girtîgehan bi 91 girtiyên siyasî dewam dike.
Çalakiyên greva birçîbûnê yên bêdawî û bêdorveger her ku diçe li girtîgehan belav dibin.
Di 27’ê mijdarê de li hemû girtîgehan girtiyên PKK û PAJK’ê dest bi çalakiyên 10 roj dorveger û bê dawî kirin.
Di 16’ê kanûnê de li 6 girtîgehan 30 girtiyên siyasî dest bi greva bêdawî û bê dorveger kiribûn.
Niha li 23 girtîgehan 91 girtiyên siyasî dest bi çalakiya greva birçîbûnê ya bêdawî û bêdorveger kirine.
LI GIRTÎGEHA GÎRESÛNÊ KOMA 4’MÎN GREV DEWR GIRT
Her wiha li girtîgeha Gîresûnê jî çalakiya greva birçîbûnê ya 10 roj dorveger û bê dawî ku li dijî tecrîdkirina Rêber Ocalan di 27’ê Mijdarê de dest pê kiribû dewam dike.
Piştî 3 kom ketin grevê, niha koma 4’emîn çalakî dewir girt.