Duh, artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê gundên Girê Spî topbaran kirin û balafirine nenas gundê Hemam Tirkman bombebaran kir.
Leşekrên artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê gundê Bîrketik û Îbrahîm Kurdo yên Girê Spî topbaran kirin.
Hemwextî vê topbaranê, balafirine nenas mala şêniyê bi navê Xelîl Muwês a li bajarokê Hemam Tirkman ê Girê Spî bombebaran kir û mûşeka hate avêtin jî, neteqiya.
Ji aliyekî din ve jî, di encama bombebarana li gundên Niweyhat Dada û Ebdan ên navçeya Zirganê de, çend malên şêniyan hatin rûxandin.
Beriya du rojan jî ji baregeha gundê Hoşan mûşekek hatibû avêtin, di encamê de sivîlek birîndar bû.