XWEDIYÊN XELATA NOBELÊ JI BO ŞIKANDINA TECRÎDA LI ÎMRALIYÊ BANG KIRIN

Piştgiriya navneteweyî ji bo berxwedana Leyla Guven a li dijî tecrîda li Îmraliyê zêde dibe.

Xwediyên Xelata Nobelê jî di nav de, bêtirî 100 akademîseyên, rojnamevan, hunermend û rewşenbîrên navdar bang li dewleta Tirk kirin da ku dawî li tecrîdkirina Rêber Ocalan bîne.

Bi dehan kesayetên navdar ku 4 xwediyên Xelata Nobelê di nav wan de ne, ji bo dawî li tecrîdkirina Rêber Ocalan û girtiyên din bê anîn, bang kirin.

Navdarên cîhanî piştgirî dan hewldana Însiyatîfa “Ji Ocalan re Azadî û ji Kurdistanê re Aştî”

Mirovên mohra xwe li kampanya însiyatîfê dane diyar kirin ku Pîvanên Mandela yên ku li qada navneteweyî di mijara mafên mirovan de tên qebûlkirin, gelekî hatine binpêkirin û xwestin tecrîd yekser bê rakirin.

Di bangê de wiha tê gotin:

Em, kesên ku li jêr îmzeya wan heye, bang li dewleta Tirk dikin ku tecrîda li ser Abdullah Ocalan hemû girtiyên siyasî rake.

Her cure tecrîd, li gorî qanûnên Neteweyên Yekbûyî ku weke (Pîvanên Mandela) hatiye binavkirin, qedexe ye.

Li gorî vêya mehrûmkirina mirovan a 15 rojan û ji rojê 22 saetan zêdetir, tê wateya tecrîdê.

Tecrîda li ser Abdullah Ocalan, 20 sal in li Îmraliyê didome û 3 salin agahî jê nayên stendin.

Ji sala 2015’an ve bi şerê li dijî Kurdan û girtina lêderê wan, li Tirkiyê rêjîmeke desthiladar pêk hatiye.

Kesên mohra xwe li binê kampanyayê dane bi bîr xistin ku parlementera HDP’ê Leyla Guven, bi sedan girtî û 14 kes li Strasburgê di greva birçîbûnê de ne û wiha gotin:

Em beşek ji tevgera hevgirtinê ya girseyî ne. Ji bo grevên birçîbûnê bidawî bibin, lazime tecrîda li Îmraliyê were rakirin.

Bi vê armancê, em bang li hêzên navneteweyî jî dikin ku ji bo Pîvanên Mandela bicih werin, bikevin nava hewldanan.

Leave a Reply

Back to top button