Çeteyên dewleta Tirk a dagirker mal û milkên şêniyên gundên Serê Kaniyê dizîn.
Çavdêriya Sûrî ya Mafên Mirovan ragihand ku çeteyên dewleta Tirk mal û milkên giştî û taybet li gundê Mirêks ê Serê Kaniyê dizîn.
Çeteyên Tirkiyê, kabluyên kehrebê, derî, pençere û xizanên avê dizîn.
Di heman demê de jî, jimareke din a çeteyên dewleta Tirk a dagirker hatin gund.
Li Girê Spî jî dijî dagirkiriya Tirk û kirinên çeteyên wê bi dehan şêniyên herêmê daketin qadan.