Li bakurê Kurdistan operasyonên qirkirina siyasî didome.
Dewleta Tirk li Amedê 3 endamên Tevgera Jinên Azad-TJA’yê binçav kirin.
Polîsên dewleta Tirka dagirker duh şev li Amedê li ser gelek malande girtin û 3 endamên şevê Tevgera Jinên Azad-TJA’yê binçav kirin.
Hate ragihandin ku 3 endamên TJA’yê li midûriyeta polîsan a Amedê tên rawestandin.
Li navçeya Wêranşar a Rihayê jî dema binçavkirina 4 kesên di 4’ê Îlonê de, hatibûn binçavkirin hat dirêjkirin.
Her wiha dewleta Tirk êvara duşemê jî bi awayekî hemwext li bajarê Amed, Hatay, Îzmîr li dijî Partiya Sosyalîstên Bindest-ESP’ê operasyoneke binçavkirinê pêk anî.
Hevberdevkê HDK’ê Sedat Şenoglû jî di nav de bi giştî 14 kes hatin binçavkirin.