Li Nîjeryayê di ancama êrîşên komên terorîst de, li ser 2 gundan, 70 sivîl hatin kuştin û 17 jî birîndar bûn.
Wezîrê karê hundirîn ê Nîjerayê diyar kir, li nêzî sînorê dewleta Malî, komên terorîst êrîşî 2 gundan kirin.
Di encama van êrîşan de, ji herdû gundan 70 sivîl hatin kuştin û 17 jî hatin birîndarkirin.
Di meha borî de jî 6 leşkerên Nîcîrî, di encama kemînek koma Boko Heram a weke beşekî çeteyên DAIŞ’ê tê naskirin, hatibûn kuştin.