Bi sedan ji şêniyên Şehba û Efrînê bi merasîmekê şervanê Hêzên Rizgariya Efrînê Gîvara Efrîn oxirkirin.
Ji bo bîranîna şehîdên pêngavên Til Berak û Til Hemîs jî merasîmek li goristana Delîl Saroxan a Qamişloyê hat lidarxistin.
Şervanê Hêzên Rizgariya Efrînê Bîlal Hemkawî bi nasnav Gîvara Efrîn 2’yê Çileyê di qonaxa duyemîn a Berxwedana Efrînê de şehîd bû.
Ji bo oxirkirina cenazeyê şehîd bi sedan ji şêniyên Efrîn û Şehbayê li goristana Şehîdan a li navçeya Ehrezê kom bûn û merasîmek li dar xist.
Li goristanê li ser navê Meclisa Malbatên Şehîdan Rêveberiya Xweser a herêma Efrînê axaftin hatin kirin.
Kesên axivîn sersaxî ji malbata şehîd re xwestin û soza şopandina rêya şehîdan nû kirin.
Di dawiyê de cenazeyê şehîd di nava sloganan de hat veşartin.
Şehîdên pênagav Til Birak û Til Hemîs hatin bibîranîn
Li bajarê Qamişlo jî ji bo bîranîna şehîdên pêngavên Til Berak û Til Hemîs merasîmek hat lidarxistin.
Bi sedan şêniyên bajarê Qamişlo tevli merasîma li goristana şehîd Delîl Saroxan bûn.
Li goristanê, axaftin hatin kirin û soza şopandina rêya şehîdan hat nû kirin.