Gerîla TV dîmenê çalakiya sabotajê ya li Deriyê Qaçê ya ku 29’ê Tîrmehê pêk hatibû û di encamê de 4 leşkerên Tirk hatibûn kuştin weşand.
Gerîla TV dîmenê çalakiya sabotajê ya li Deriyê Qaçê ya ku 29’ê Tîrmehê pêk hatibû weşand.
Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê li ser çalakiyê ev daxuyanî dabû:
“Li herêma Kato Jîrka ya navçeya Elkê ya Şirnexê, yekîneyeke dijmin a ku demekê li qada Deriyê Qaçê di nava liv û tevgerê de bû, kete bin kontrola hêzên me.
Gerîla 29’ê Tîrmehê bi rêya sabotajê li vê yekîneya dijmin xistin.
Di vê çalakiyê de 4 dagirker hatin cezakirin, dagirkerek jî birîndar bu”