Jimara kuştî û birîndarên ji ber êrîşa Îsrîlê li ser Dêra Zorê û Bûkemalê de zêde bû, 57 leşkerên Sûrî û çekdarên Îranê, hatin kuştin.
Navenda Çavdêriya Sûrî ya Mafên Mirovan ragihand ku li Dêra Zorê, 14 leşkerên hikûmeta Şamê û 12 çekdarên Îranî, hatin kuştin.
Li Meyadîn a rojhilatê Dêra Zorê û Bûkemalê, 31 çekdarên Îranê hatin kuştin û embarên çekan jî hatin wêrankirin.
Li gorî çavdêriya Sûrî di nav kuştî û birîndaran de, Efxanî û Iraqî jî hene.