“Li Mosko û gelek bajaran zêdeyî 3000 xwepêşander hatine biçavkirin”

Hikûmeta Rûsyayê zêdeyî 3 hezar xwepêşanderan ku li dijî girtina rikeberê navdar Alexey Navalny derketine, binçav kirin.

Li Mosko, Saint Petersburg û gelek bajarên din, welatî li dijî girtina Navalny li kolanan bûn.

Li gorî Ajansa BBC, polîsan li paytexê bi taybetî hin bajaran digel bikaranîna tundiyê, zêdeyî 3 hezar xwepêşandêr binçav kirine.

Navanlny ji Yekşema borî ve di zindaneke paytexta Rûsî Moskoyê de dimîne.

Alexey Navalny bi çalakiyên xwe yên li dijî gendeliyê navdar e.

Her wiha navdartirîn rikeberê desthilata serokê Rûsyayê Vladimir Putin e.

Back to top button