Li çolistana Sûriyê…13 çeteyên DAIŞ’ê û 5 leşkerên hikûmeta Şamê hatin kuştin

Li çolistana Sûriyê, operasyonên artêşa hikûmeta Şamê li dijî DAIŞ’ê, berdewam in…herî dawî 13 çete û 5 leşkerên hikûmetê, hatin kuştin. 

Navenda Çavdêriya Sûrî ya Mafên Mirovan ragihand ku şer li çolistana Dêra Zorê, di navbera hêzên hikûmeta Şamê û çeteyên DAIŞ’ê de rû da.

Di encamê de, 5 leşkerên hikûmetê hatin kuştin

Di heman demê de, ji ber êrîşên balafirên Rûsî, heta niha 13 çeteyên DAIŞ’ê hatine kştin

Çavdêriyê diyar kir ku ji beriya 2 rojan û heta niha 130 êrîşên asîmanî ji hêla Rûsan ve, pêk hatine.

Back to top button