MSD’ê Newroz li gelê Sûriyê, gelên herêmê û cîhanê pîroz kir

MSD’ê Newroz li gelê Sûriyê, gelên herêmê  û cîhanê pîroz kir û hêvî kir ku Newroza bê bibe cejna azadiyê ji bo hemû girtiyên siyasî, sala bidawîbûna krîzên herêmê û dagirkeriya dewleta Tirk û çeteyên wê li ser xaka Sûriyê.

Meclisa Sûriya Demokratîk jî bi peyamekê Newroz li gelên herêmê û cîhanê pîroz kir û hêvî kir ku Newroza bibe cejna azadiyê ji bo hemû girtiyên siyasî.

Her wiha MSD’ê di peyama xwe de got:

“Gelê Kurd ji derdora 3 hezar sal cejna Newrozê pîroz dike. Gelên din ên herêmê vê boneyê bi kurdan re parve dike, bi wê re nirxên edalet, wekhevî, xilasiya ji zulmê û bidawîbûna wê temsîl dike. Ev cejn yek ji cejnên herî kevin li gel gelên Rojhilata Navîn e. Mayîndebûna vê cejnê hatiye nivîsandin, ji ber ku şerê di navber qencî û xirabiyê de anku şerê di navbera sîstemên desthilatdar û tevgerên ronesansê yên ku zulmê red dikin û banga nirxên jiyana hevbeş û pirrengiya li herêmên me dikin de hîna berdewam e. Bi van rêgezan û li ser bingehê van nirxan, pêkhateyên Sûriyê ji Suryan, Asûr, Ermen, Tirkmen, Ereb û Kurd, Misilman, Xiristiyan, Êzidî ji destpêka sala 2014’an ve civaka xwe bi rêxistin kirin,  bi avakirina Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê re bi xwe xwe bi rêve dibin. Rêveberiya Xweser îro û pêşerojê ji alozî û parçekirinê Sûriyê ya ku derbasî sala xwe ya 11’an çareserî ye. Pêkhateyên herêmê waneyên herî xweşik ji parastina yekitî û xaka welat ji rêxistina DAIŞ’ê ya faşîst a ku desteka xwe ji Tirkiye-Erdogan û komên Sûrî yên ku rola astengkirina çareserkirina aloziya Sûriyê dilîzin û dijminahiya biratî û yekitiya çarenûsa van pêkhateyan dikin, xêz kirin.

Em Meclisa Sûriya Demokratîk, Newrozê li gelê Sûriyê, gelên herêmê û cîhanê, bi taybet gelê Kurd pîroz dikin û hêvî didkin ku Newroza bê bibe cejna azadiyê ji hemû girtiyên siyasî yên di dewletên tolatarian re, bibe sala bidawîkirina aloziyên herêmê, bidawîkirina dagirkeriya Tirk û çeteyên wê li herêmên Sûriyê yên dagirkirin, her wiha hêvî dikin bibe sala çareseriya aloziya Sûriyê li gorî biryarên rewa yên navneteweyî yên têkildar, bi taybet biryara 2254’an. Careke din em teqez dikin ku pêwîste doza kurdî li gorî biryar û pîvanên naveteweyî yên têkildarî were çareserkirin, da ku Sûriyê bibe welatek ji bo hemû pêkhateyên wê û dozên wê li gorî destûreke nûjen a dewleta demokratîk a ne navendî were çareserkirin.”

Back to top button