Operasyonek nû li herêma Ecîc a Dêra Zorê daye destpêkirin.
Li tevahiya herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê, operasyonên Hêzên Sûriya Demokratîk ên tunekirina şaneyên DAIŞ’ê hê li dar in.
QSD’ê digel Hêzên Hevpeymaniya Navdewletî, duh li herêma Ecîc a bakur-rojhilatê Dêra Zorê li dijî şaneyên DAIŞ’ê dest bi operasyoneke paqijkirinê kiriye.
Der barê encamên operasyonê de, ti agahî ji çapemeniyê re nehatine biparvekirin.