Li herêmên sînor ên Bane û Şinoyê Rojhilatê Kurdistan, 2 kolberên din bi guleyên hêzên rêjîma Îranê ve hatin birîndarkirin.
Ajansa Kolber News ragihand ku duh Pêncşemê leşkerên rêjîma Îranê bi guleyan êrîşî komek kolber li herêma Şino kir û tê de, kolberê bi navê Ferşad Xidir Zade ê ji xelkê Şino ye birîndar bû.
Li gorî heman çavkaniyê, li herêma Baneyê jî di êrîşa heman hêzê de, kolberê bi navê Zahîr Xidir Zade birîndar bû.