Qamişlo…Çete agirbest binpê kir û cardin êrîşî bendên Asayîşê kir

Piştî Hêzên Ewlekariya Hundirîn bi garantiya QSD û polîsên Rûsyayê agirbesta mayînde ragihand, çeteyên Dîfa El-Wetenî cardin êrîş kir. 

Çeteyên Dîfa El-Wetenî piştî vê agirbestê, derdora dibistana Ebas Elawî, hawizê avê û nuqteyên Asayîşê yên li taxa Hilkoyê kirin armanc.

Hêzên Ewlekariyê bersiva êrîşan da, di dema şer de, çeteyan li kolaneke taxê ku şer lê diqewimiya, mayînek çandinî teqand.

Çeteyên Dîfa El-Wetenî çekên navîn û hawnan bi kar anî, şer heta saetên sibehê domiya.

Di encama şer de, hêzên Asayîşê li ser rêya Hîzamê ya nêzî çerxerêya Teyî, miqdareke çekên çeteyan dît.

Piştî vê têkbirinê, Çeteyên Dîfa El-Wetenî sivîlên taxa Teyî kirin armanc da hêzên ewlekariyê tawanbar bikin.

Çeteyan gule li şêniyê bi navê şêx Eyûb El-Yesarî û keça wî Xaliya El-Yesarî reşand.

Back to top button