Li pey hev çalakiyên gerîla li dijî dagirkeran pêk tên.. Herî dawî Gerîla TV dîmenê çalakiya hêzên HPG’ê ya li girê Şehîd Munzur a li Zapê, weşand.
Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê di der barê çalakiyê de ev agahî bi par ve kirin:
“Di roja 1’ê Gulanê saet 17:40’an de li girê Şehîd Munzur ê girêdayî Herêma Zapê, xendeqek û dagirkerên tê de hat armanckirin.
Di vê çalakiya serkeftî de, 4 dagirker hatin kuştin û xendeq jî hat rûxandin.
Piştî çalakiyê, dagirkeran kuştiyên xwe ji herêmê bi dûr xistin.”