Li bajarê Marsîlyayê yê Fransayê êrîşên dagirkeriyê hat şermezarkirin

Li dijî êrîşên Tirkiyê yên ser Başûrê Kurdistanê, li bajarê Marsîlyayê ya Fransayê çalakiyeke şermezariyê pêk hat û banga xwedîderketina li gerîla hat kirin.
Li bajarê Hambûrgê yê Almanyayê jî li dijî biryara DYA ya ser pêşengên têkoşîna azadiyê çalakiyeke protestoyî pêk hat.

Li bajarê Marsîlyayê ya Fransayê êrîşên dewleta Tirk ser herêmên Parastina Medayê hat şermezarkirin.

Li ser navê NCDK’ê Erhan Tarhan axivî.

Tarhan berxwedana gerîlayan silav kir û got ku her Kurdên xwedî rûmet divê xwedî li berxwedana gerîlayan derkeve û divê tecrîda li ser Rêber Apo jî were bidawîkirin.

He wiha di çalakiyê de êrîşên Almanyayê ya li dijî saziyên Kurdan hate pirotestokirin.

Li Hambûrga Almanyayê çalakiyeke protestoyî pêk hat

Li bajarê Hambûrgê yê Almanyayê jî nêzî konsolosxaneyên DYA û Tirkiyê biryara DYA ya ser rêveberên PKK’ê hate protestokirin.

Gelek Kurd û Almanên Enternasyolîst tevlî çalakiyê bûn.

Li ser navê NCDK’a Hambûrgê û Meclîsa Jinan a Rojbînê û Enternasyonalîstên Ciwan axaftin hatin kirin û banga geşkirina têkoşînê hat kirin.

Back to top button