Ji ber ku dewleta Tirk ava Elok qutkiriye, şêniyên şedadê mecbûrê ava bîran a qirêj bûne, ev yek jî bi xwe re gelek nexweşî peydakiriye.
Girêdayî vê mijarê,Şêniyê bi navê Ebûd El-Tirkî yê ji şêniyên El-Becedliyê yê ji Şedadê di berbarê kêmbûn û qirêjiya avê ji Ajansa Anha’ê re axivî.
Ebûd El-Tirkî got:
“Ava ku dighêje me kême û qirêje lewma ev ava qirêj jî têra me nake, di encama qirêjbûna wê de jî ew dibe sedema derxistina hin nexweşiyên weke zikêş, navçûn”.
Endamê Rêveberiya Navenda Tenduristiya Gel a Şedadê Îsmaîl Hec Mihemed jî dazanîn ku ji ber avê piraniya nexeşiyên têne navendê ew in jehirî û navçûn e.
Hac Mihemed di dawiyê de bang li şêniyên herêmê kir ku bi rêya parzûnan ava xwe paqij bikin û ji bo parastina zarokên xwe tedbîrên xwe bi xwe bigirin.