Ji bo qedexekirina rêxistina Gurên Boz di hundir dewletên Yekitiya Ewropayê de, rêxistinên Afrîkayê jî piştgirî da biryara Almanya, Fransa û Nemsayê.
Berdevkê rêxistina Dad û Geşdanê ya Lêkolînên Rojhilata Navîn û Bakurê Afrîkayê Zêdan El-Qenaî di daxuyaniyeke nivîskî de, bang li hikumetên Ewropayê kir ku komeleyên dewleta Tirk û rêxistina Gurên Boz di hundir Almanya, Fransa û Birîtanyayê de qedexe bikin û wan li ser asta cîhanê weke rêxistinên terorîst ragihînin.
Rêxistinê destnîşan kir ku Rêxistina Gurên Boz xetereyek mezin li ewlehiya dewletên Ewropayê dike û bi taybet ji ber ku rêxistinek neteweyî, tundraw û dijberî neteweyên din e.
Rêxistinê bang li rayedarên Ewropayê kir ku lêkolînên berfireh der barê destwerdana rêxistina Gurên Boz a dewleta Tirk û komeleyên Tirk li Ewropayê de ji bo çalakiyên tundraw bikin,
Her wiha bi taybet derbarê kesên ku tevlî DAIŞ`ê bûne û berpirsên wan rêxistinan ku çalakiyên terorî li dijî Fransa û gelek dewletên Ewropayê, kirine.