Li Silêmaniyê ya Başûrê Kurdistanê jîngehparêzan li dijî birîna Tirkiyê ya daran û wêrankirina jîngeha Kurdistanê û avakirina bendavan ji aliyê Tirkiyê û Îranê ve çalakiyek li dar xist.
Jîngehparêzên Silêmaniyê li dijî bombebarana dewleta Tirk, girtina ava Rûbarê Sîrwan, qirêjbûna avê, wêrankirina jîngehê û kuştina kûçikan çalakiyek protestoyî li dar xist.
Jîngehparêzan çêkirina bendavan ji aliyê Tirkiyê û Îranê ve bertekên xwe nîşan dan.
Her wiha jîngehparêzên Silêmaniyê li dijî birîna Tirkiyê ya daran û wêrankirina jîngeha Kurdistanê nerazîbûn nîşna da.