Mistefa Îto: Dewleta Tirk bi destê DAIŞ’ê komkujî pêk anî

6 sal li ser komkujiya kobanê re derbas bû.

Bi boneya vê rojê hevserokê Meclisa Kantona Kobanê Mistefa Îto diyar kir ku êrîşa 25’ê Hezîrana êrîşeke rêxistinkirî bû, dewleta Tirk û bi taybet AKP’ê
ji ber têkçûyîna xwe ya li Kobanê tehemûl nekir vê komkujiyê bi destê DAIŞ’ê pêk anî.

Di dîmenan de tê xuyakirin ku komkujiya li Kobanê û bi taybet li gundê Berxbatan ku bi destê çeteyên DAIŞ û bi hevkariya Tirkan çê bû, yek ji komkujiyên herî xwîndar li ernîgariya Sûriyê bû.

Di 25’ê Hezîrana 2015’an ku bi dehan çeteyên DAIŞ’ê derbasî gundê Berxbatan û Kobanê bûn, komkujî der heqê sivîlan de pêk anîn, 233 sivîl kirin qurbanî, jê 27 ji gundê Berxbatan bûn.

Têkildarî mijarê hevserokê Meclisa Kantona Kobanê Mistefa Îto axivî.

Mistefa Îto diyar kir ku êrîşa 25’ê Hezîrana êrîşeke rêxistinkirî bû, dewleta Tirk û bi taybet AKP’ê ew bi rê ve dibir û wiha domand.

Îto diyar kir ku hevkariya dewleta Tirk a bi DAIŞ’ê re xuyanî kir dema ku sînorê xwe yê bi sûriyê re ji DAIŞ’ê re vekir û hişt ku terorîst derbasî Sûriyê bibin û ev tişt anî ziman:

“Dewleta Tirk deriyên xwe li pêşiya çeteyên DAIŞ`ê vekir û derbasbûna wan a ji Rojava re hêsan kir, ev tevde bi dîmenan belgekirî ne.”

Mistefa Îto bêdengiya Koalîsîyona Navneteweyî şermezar kir û got ku ew bi bêdengiya xwe li ser sûcên dewleta Tirk yên li herêmê erê dikin.

Dewleta Tirk rihê berxwedanê û serkeftinên YPG û YPJ’ê yên li Kobanê tehemul nekir

Di heman mijarê de jî Hevserokê Nivîsgeha Têkiliyan a Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) a Herêma Firatê Bekir Hec Îsa axivî.

Hevserokê Nivîsgeha Têkiliyan ê PYD da zanîn ku dewleta Tirk rihê berxwedanê û serkeftinên YPG û YPJ’ê yên li Kobanê tehemul nekir ji lew re ev êrîş pêk anî.

Bekir Hec Îsa der barê planên dewleta Tirk di koçberkirina gelê herêmê de jî got ku dewleta Tirk hîna jî li gorî wan planan tev digere.

Di dawiyê de Bekir Hec Îsa û Mistefa Îto bang li tevgereke navneteweyî kirin ku li hemberî kiryarên dewleta Tirk bê deng nemînin û xwedî helwestbin.

Back to top button