HPG: Artêşa Tirk neçar ma ji qadên Werxelê û Tabûra Ereban yê Avaşînê vekişe

Artêşa Tirk ya dagirker li herêma Avaşînê li pêşberî berxwedana gerîla asê maye. HPG’ê diyar kir artêşa Tirk a dagirker ku nekarî li hemberî berxwedana dîrokî ya gerîla bisekine û ji qadên Werxelê û Tabûra Ereban vekişiya.

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê derbarê mijarê de daxuyaniyek da û ev agahî parve kir:

“Operasyona ku dewleta Tirk a dagirker li qadên Werxelê û Tabûra Ereban ên herêma Avaşînê dane destpêkirin, ji aliyê hêzên me ve bi berxwedaneke dîrokî hate pêşwazîkirin.

Dagirkerên ku nekarîn li ber vê berxwedanê bisekinin û fêhm kirin ku wê derbên hîn girantir bixwin, ji qadên Werxelê û Tabûra Ereban vekişiyan.”

HPG’ê diyar kir 16’ê Mijdarê li nehiya Çemankê ya Duhokê, gundê Nişarê û li Kanîmasî jî gundê Şiyê û 17’ê Mijdarê jî li herêma Zapê qada Sacayê bi balafirên şer hatin bombebarankirin.

Back to top button