Artêşa Rûsya bi moşekan êrişî Donetskê kir 6 kes hatin kuştin

Ukrayna li pêşberî êrişên Rûsya yên bi çekên giran, ji hev dikeve. Artêşa Rûsya piştî herêma Luhanskê niha berê xwe dayne, Donetskê. Di êrişa moşekî ya li ser herêma Donetskê de, 6 kesan jiyana xwe ji dest dan. Bi vê yekê re, rêveberiya Moskow pêngava bo Donbasê da despêkirin.

Ukrayna, li pêşberî hêza Rûsya windahiyên giran dide.

Niha di armanca Rûsya de, herêma Donetskê heye.

Di dema ku êrîşên Rûsyayê yên li ser Ukraynayê bênavber dewam dikin de, bajarê Chasiv Yar a Donbasê bû armanca êrişan.

Waliyê Herêma Donetskê Pavlo Kyrylenko piştî bûyerê li ser hesabê xwe yê medyaya civakî daxuyanî da û got,

“Operasyonên rizgarkirinê dewam dikin.

Me 6 cenaze û 5 birîndar ji bin xirbeyan derxistin.

Kyrylenko diyar kir ku her du deriyên avahiyê bi temamî hilweşiyane û anî ziman ku dibe ku herî kêm 34 kes ku yek jê 9 salî ye di bin xirbeyan de bin.

Rûsya pêngava kontrolkirina tevahiya Donbasê destpê kir

Artêşa Rûsyayê roja Şemiyê bombebarana xwe ya bênavber li herêma Donetsk dewam kir.

Ev jî ji aliyê rêveberiya Ukrayna ve weke plana ‘destpêkirina operasyonên nû’ hate şîrovekirin.

Ji aliyekî din ve, Amerîka soz da ku alîkariyên leşkerî yên nû pêşkêşî bike.

Di nav wan de roketavêjên bihêz û mûşekên nûjen jî heye.

Di vê nevberê de, ji rêveberiya Îngilistanê jî îdayên balkêş derketin.

Wezareta Parastinê ya Îngilîstanê li ser Twitterê ragihand ku piraniya yekîneyên piyade yên nû yên Rûsyayê bi îhtîmaleke mezin bi wesayîtên zirxî li sînorê Ukrayna hatine bicihkirin.

Wezaretê diyar kir ku ev veguhestin ji bo amadekariyên êrişeke nû ye.

Waliyê Herêma Luhanskê Sergey Gaidai di peyama xwe ya li ser hesabê Telegramê weşandî de wiha got:

“Rûs tevahiya xeta eniyê gulebaran dikin.

Dijmin hewl dide ji niştecihên herêma Lûhanskê ber bi gundên herî nêz ên herêma Donetskê ve bi pêş ve biçin.”

Gaidai diyar kir ku Rûsyayê bombebarana xwe ya li Donetsk, Bahmut, Slovyansk û Kramatorsk jî didomîne.

Back to top button