Jinên Reqayê: Em soz didin şehîdên xwe em ê tola wan hilînin

Bertekên gel bi taybet ên jinan li hember êrişa li ser her sê fermandarên YPJ’ê zêde dibin. Îro li herêmê li dijî vê yekê çalakî hebûn û daxuyanî hatin dayîn. Di daxuyaniyan de hate gotin, “wê êriş têkoşîna me lewaz nekin û em ê tola hevalên xwe hilînin.”

Pêkhateyên herêmê li dijî êrişa li ser her sê fermandarên YPJ’ê bi hêrs in û di nava çalakiyan de ne.

Li Reqayê bi armanca şermezarkirina êrişa li ser her sê fermandarên YPJ’ê Kombûna Jinên Zenûbya çalakiyek li darxist.

Di çalakiyê de hevseroka Meclisa Leşkerî ya Reqayê Îman El-Mihemed axivî û got: “Dewleta Tirk bi armanca şikenadina vîna jinan êriş li ser her sê hevalên me yên jin pêk anî.

Em soz didin şehîdên xwe ku em ê tola wan hilînin.”

Rêvebera Kombûna Jinên Zenûbya Sewsen El-Hesen jî da zanîn ku dewleta Tirk jinan dike armanc ji ber ew bingeha şoreşa 19’ê Tîrmehê ne.

Kombûna Jinên Zenûbya: Dewleta Tirk bi zanebûn jinan dike armanc

Li Tebqayê jî bi heman armancê daxuyanî ji aliyê Kombûna Jinên Zenûbya ve hate dayîn.

Di daxuyaniyê de hate gotin: “Di şoreşa 19’ê Tîrmehê de jinê pêşengtî kir û herêm ji DAIŞ’ê rizgarkir, ev yek li gorî kêfa dewleta Tirk nayê ji lewra êriş li dijî her sê fermandarên YPJ’ê pêk anî.”

Kombûnê diyar kir dê şopdarên rêya şehîdan bin heya pêkanîna armancên wan.

Kombûnê bang li tevahî jinan kir ku li dijî êrişan têkoşîna xwe bilind bikin.

Kordînasyona Jin: Şehdeta hevalên me, wê têkoşîna me xurtir bike

Dîsa li Tebqayê û bi heman armancê daxuyanî ji aliyê Koordînasyona Jin a Rêveberiya Sivîl hate dayîn.

Koordînasyonê armancgirtina her sê fermandarên YPJ’ê weke êrişek tirsonek bi nav kir û got:

“Ev êrişa ku dewleta Tirk li dijî hevalên me pêk anî me hîn zêdetir xurt kir.

Em şopdarên şehîdên xwe bin û tola wan hilînin.”

Koordînasyonê bang li tevahî jinên Cîhanê kir ku li dijî van êrişan li kêleka jinên Bakur û Rojhilatê Sûriyê bisekinin.

Rêxistinên Jinan li Hesekê bêdengiya koalisyonê a li dijî êrişan şermezar kir

Rêxistinên jinan yên Hesekê jî daxuyanî li pêş baregeha Koalisyona Navnetewî da.

Rêxistinan di daxuyaniyê de diyar kirin ku ev êrişa li dijî her sê fermandarên YPJ’ê bi armanca şikandina vîna jinan e û wiha hat gotin :

“Bi vê êrişê dixwestin destketiyên gelê herêmê, taybet yên jinan têk bibin.

Bêdengiya civata navneteweyî li hember sûcên dewleta Tirk dibe sedem ku gelên herêmê rastî êrişên dewleta Tirk bên.”

Di dawiyê de Rêxistinên jinan bang li hemû aliyên peywendîdar kirin ku bi erka xwe rabin û sînorekî ji êrişên Tirkiyê re deynin.

Beşdarên daxuyaniyê jî êriş şermezar kirin û diyar kirin dê xwîna zarokên xwe li erdê nehêlin.

Dayikên Aştiyê ên Helebê: Bêdengiya Civaka Navnetewî tê wateya piştgirdayîna êrişan

Her wiha Dayikên Aştiyê jî li Helebê daxuyaniyek dan.

Di daxuyaniyê de êrişên dewleta Tirk û armancgiritna fermandara YPJ’ê Jiyan Tolhildan û her du hevalên wê hate şermezarkirin û hate gotin “Bêdengiya civaka navnetewî li hemberî êrişên dewleta tirk li ser herêmê tê wateya piştgirdayîna êrişan.

Back to top button