Mosko: Artêşa Ukrayna li zindana Donetsk da û 40 kes hatin kuştin

Ji Rojhilatê Ukraynayê jî agahiyên şer û êrişên dijwar têne parve kirin.
Mosko îdîa kir ku artêşa Ukrayna bi moşekên Amerîkî Himars, êrişî zindaneke herêma Donestkê kir.
Li gorî îdîaya Rûsyayê, di vê êrişê de herî kêm 40 kes hatine kuştin..

Li ser mijarê Wezareta Parastinê ya Rûsyayê daxuyaniyek da.

Li gorî vê;

Roja Înê li herêma Donetskê ku di bin kontrola alîgirên Rûsyayê de ye, artêşa Ukrayna zindanek bombardiman kir.

Êriş bi moşekên Hîmars ên Amerîkî pêk hatin.

Wezareta Rûs îdîa kir ku devera bûye armanca êrişê navenda binçavkirina dîlên şer ên Ukraynayî bûn û got;

Di êrişê de 40 kes hatin kuştin, bêtirî 70 jî birîndar bûne.

Ji birîndaran 7’ê wan karmendên zindanê ne.

Heta niha Kievê têkildarî êrişê û îdîayên aliyê Rûs ti daxuyanî nedaye.

Back to top button