Talîban: Ev êriş binpêkirina serweriya Efxanistanê ye

Kuştina şefê El Qaîde Zewahirî di qadan navnetewî de jî deng veda.
Zewahîrî yê li Efxanistanê hatî kuştin, Talîban aciz kir.
Di demekê ku Talîbanê êriş weke binpêkirina serweriya xaka welat binav kir de, rêveberiya Erebîstana Siûdî keyfxweşiya xwe anî ziman.

Piştî Serokê Amerîka Joe Biden kuştina şefê El Qaîde Eymen Zewahîrî ragihand, helwesta despêkê ji Talîbanê derket.

Berdevkê Talîbanê Zabihullah Mucahid bêyî ku behsa Zewahirî bike bi daxuyaniyekê êriş şermezar kir.

Mucahîd got:

“Ev êriş binpêkirina serweriya Efxanistanê ye.

Û binpêkirina rêgezên navdewletî ye.

Êriş li dijî berjewendiyên Washingtonê yên li Efxanistanê ye.”

Riyad: Destê Zewahirî di kuştina bi hezaran mirovên bêguneh de heye

Li aliyê din Erebîstana Siûdiyê, kêfxweşiya xwe ya derbarê bûyerê de anî ziman.

Wezareta Karê Derve ya Siûdiyê bi daxuyaniyekê ragihand ku destê Zewahirî di gelek êrişên terorîst ên li Siûdî û Amerîkayê de hebû.

Her wiha anî ziman ku destê wî di kuştina bi hezaran kesên bêguneh de hebû.

Back to top button