Emîne Osê: Êrişên dewleta Tirk raghandina şer e

Cîgira hevseroketiya Meclisa Rêveber a Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê, Emîne Osê li dijî êrişên dewleta Tirk li dijî herêmê bertek nîşan da .
Emîne Osê êrişên dagirkeriya Tirk ên dawî li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyê şermezar kirin û got:
“Ev êriş tên wateya ragihandina şer.
Emê di çarçoveya parastina rewa de bersivê bidin van êrişan, divê civata navneteweyî jî bi awayeke ciddî nêzê encamê vê şerê bibe.”

Dewleta tirk êdî rojane êrişê herêmê dike û heta niha bi dehan welatî şehdîxistiye.

Têkildarî van êrişan, Cîgira hevseroketiya Meclisa Rêveber a Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê, Emîne Osê nirxandin kir.

Emîne Osê diyar kir ku em wek Rêveberiya Xweser van êrişan wek ragihandina şer dibînin û got :

“Divê civata navneteweyî van êrişan bi awayekî cidî di ber çavan re derbas bike.

Ji bo rawestandina wan xwedî helwest be. ”

Emîne Osê: Divê hikumeta Şamê bi awayekî cidî li dijî van êrişan bisekine

Dewleta Tirk di êrişên xwe de baregehên hêzên rêjîma Sûriyê jî topbaran dikin derbarê vê yekê de Emîne Osê ev yek got :

“Divê hikumeta Şamê bi awayekî cidî li hember van êrişan tev bigere.”

Emîne Osê: Rêveberiya Xweser li dijî van êrişan dîplomasiyek dimeşîne

Emîne Osê dibêje :

“Ji dema dewleta Tirk ragihand ku dê êrişî herêmê bike, Rêveberiya Xweser xwe gihand hemû aliyên têkildarî aloziya Sûriyê; daku li dijî van êrişan gelê xwe biparêze.

Rêveberiya Xweser dê li hember van binpêkirinan bêdeng nemîne.

Ew ê hemû binpêkirin û sûcên dagirkeriya Tirk ên li dijî herêmên me belge bike.”

Emîne Osê: Dewleta Tirk me neçar dike ku em bersivê bidin

Emîne Osê eşkere kir ku êrişên dewlet tirk me neçar dikin ku di çarçoveya parastina rewa de bersivê bidin û wiha domand :

“Em jî vê yekê naxwazin.

Lê eger dewleta Tirk hedefgirtina herêmên me bidomîne, wê demê hêzên me dê erkê xwe yê rewa pêk bînin.”

Back to top button