Dîmenên ku ji aliyê gerîlayan ve hate girtin, carek din şerên qirêj a ku dewleta Tirk a dagirker li dijî gerîla dike, derxist holê.
Gerîlayan, sûcên leşkerên Tirk ên dagirker ên ku li dijî tunelên şer ên gerîla amadekarî dikin ku bi bombeyên taktîk nukleer û çekên kîmyewî êrîş bikin, carek din bi belge kir.
Ev der tunelên şer ên Şehîd Hêjar ên li Qada Berxwedanê ya Girê Hakkariyê ne.
5 Leşkerên Tirk ên dagirker hewildidin bombeyên taktîk nukler ên qedexekirî di tûnelê şer yên gerîla de bi cih bikin.
Ev yek jî îspata sûcê şer ê dewleta tirk a dagirker e.
Dewleta Tirk a dagirker ku li hember gerîla têk çûye, dixwaze bi çekên kîmyewî û yên taktîk nûkler ve encam bigre.
Tevî ewqas dîmen û belge jî heta niha cîhan li hember sûcên dewleta tirk bêdenge.
Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê di daxuyaniya ku 17’ê Tebaxê dayî de diyar kiribû ku artêşa Tirk di 4 mehên dawî de li dijî tunel û çeperên şerê ên li Qada Berxwedanê hezar û 532 caran bombeyên taktîk nukleer û çekên kîmyewî karaniye.