Refîq Ibrahîm: Divê cezayên giran li wan sîxuran were birîn

Endamê Komîteya Navendî ya Partiya Demokrata Kurdistanê – Rojavayê Kurdistanê û Şêx û rûspiyên eşîrên Tebqa piştgirî dan operesyona sondê û bang li gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyê kirin ku di operasyona “Sondê” de piştgiriya QSD’ê bikin û dawî li xayîn û sîxuran bînin.

Fermandariya Giştî ya Hêzên Sûriya Demokratîk di 31’ê Tîrmeha derbasbûyî de, daxuyaniyek da û tê de dest bi operasyona “Sondê” li dijî sîxur û ajanên ku ji bo dagirkeriya Tirkiyê dixebitin, ragihand.

Der barê mijarê de endamê Komîteya Navendî ya Partiya Demokrata Kurdistanê Rojavayê Kurdistanê Refîq Îbrahîm, derbarê mijarê de axivî.

Refîq Îbrahîm diyar kir ku dewleta tirk ku destura dagirkeriyê negirt, niha bi şerê taybet, bi alîkariya xayîn û sîxuran dixwaze bigîhîje armancên xwe.

Îbrahîm piştgirîda gava Operasyona Sondê û got:

Di pêvajoyeke wisa destpêkirina vê gavê gelek giring û cih de ye.

Dewleta tirk bi destê sîxuran welatparêz û pêşengê civakê şehîd xistin.

Ji bo pêşîgirtina van êrişan divê gelên li Bakur û Rojhilatê Sûrî li kuderê liv û tevgereke bi guman ditîn aliyên peywendîr, an jî QSD’ê agahdar bikin û jê re alîkar bin.”

Şêx û eşîrên Tebqa: Em li pişta QSD’ê ne

Derbarê heman mijarê de şêxê eşîra El Welde, Hamid El Ferec jî axivî û got:

“Em operasyona QSD`ê ya li dijî xayîn û sîxuran silav dikin.

Û weke şêx û rûspiyên eşîrên li vê herêmê ji sîxur û xayînên ku xwe firotine dewleta faşîst şermezar dikin.

Em bang aliyên peywendîdar dikin ku li van kesên sîxur cezayê herîn giran bibirin..”

Şêxê eşîra Elbû Xemîs, Hisên Raşid jî got:

“Em tev piştgirya biryarên QSD’ê yên hesabxwestina ji xayîn û sîxuran dibin û gerek cezayên giran li wan werin birîn da ku ji yên din re bibin dersek.”

Raşid di dawî de ji bo sîxuran ev bang kir:

“Ji bîr nekin ku hûn sûrî ne û ev komplo di civîna sêalî de hate destnîşankirin ku hemû Sûriyan digire nav xwe, Ne tenê bakurê sûrî yan jî Kurd. Lewma dûrî xerabkirina welat bikevin û tev li avakirina wê bibin.”

Back to top button