Dadgeha Federal a Iraqê wê li ser beltakirina parlamentoyê bicive

Li Iraqê di nava rewşa aloz de, daxwaza hilbijartina pêşwext tê kirin. Ji bo vê yekê divê parlamento were jinavbirin. Careke din Dadgeha Federal a Iraqê li ser mijarê diciveiya û daxwaza jinavbirina parlamentoyê red kir.

Îro Dadgeha Federal a Iraqê ji bo biryarê li ser giliyê Tevgera Sadr a ji bo fesihkirina parlementoya Iraqê bide civiya.

Piştî civînê, ji aliyê Dadgeha Federal ve daxuyaniyek hat dayîn û fesihkirina parlementoyê red kir.

Her wiha hat gotin yasayên dadgeha federal sinordare û fesihkirina parlementoyê nagire nava xwe.

Piştî vê daxuyaniyê ji ber egera her nerazîbûn û xwepêşandanek li dijî biryarê, hêzek zêde ya ewlehiya li Herêma Kesk a Bexdayê hat belavkirin û tevayî deriyên ketina Herêma Kesk hatin girtin.

Tevgera Sadr ji bo fesihkirina Parlamentoya Iraqê li Dadgeha Federal ya Iraqê gilî kiribû.

Sedema giliyê Tevgerê jî ew bû ku parlamneto nekariye di nava dema destûrî de serokkomar hilbijêre û hikumetê bide avakirin.

Sedir ji Dadgeha Federal xwestibû biryara li ser dûbare hilbijartina pêşwext ya parlamentoya Iraqê bide.

Hêjayî gotinê ye beriya niha 4 caran civîna Dadgeha Federal ya Iraqê ya ji bo fesihkirina parlamentoyê, hatibû paşxistin.

Sadr giliyê Malikî kir

Di vê navberê de, Berpirsê Giştî yê Tevgera Sadr Nisar Rubehî li ser mijarê got:

“Îro roja Çarşemê me giliyê yasayî li ser Serokê Hevpeyamaiya Dewleta yasa Nurî Malikî tomar kir.

Ev jî ji ber tomara deng dizînê ya ji berî çend rojan parvekirine.”

Nisar Rubehî diyar kir ku di gilînameyê de daxwaza girtina Malikî û qedexekirina geşta ji bo derveyî welat kirine.

Di dema borî de hinek tomarên dengên Nurî Malikî hatin parvekirin ku di navbera Tevgera Sadr û Çarçovoya Hemahengî de bû sedema nakokiyan.

Back to top button