Meşa ciwanan ya li Almanyayê di roja 5’an de ye

Meşa dirêj a ciwanan, ji bo azadiya Rêber APO ya li Almanya yê di roja xwe ya 5’an de didome. Di meşê de ciwanan balkişandin ser sûcê şer ên dewleta Tirk û bikaranîna çekên kîmyewî hate şermezarkirin.

Meşa Dirêj a li Elmanyayê ya bi pêşengiya ciwanên Kurd û enternasyonalîst bi dirûşma “Ji bo azadiya Rêber Apo werin cenga azadiyê” di roja 5’an de ye.

Çalakger wê îro ji Leverkûsenê heta Kolnê bi 20 kîlometreyî bimeşin.

Herwiha ciwanan êrişên dewleta Tirk a dagirker ên bi çekên kîmyewî yên li dijî gerîla şermezarkirin.

Ciwanan kincên spî li xwe kirin û weke nîşaneya çekên kîmyewî dûyê zer bi ser qadê ve kirin.

Ciwan heta ber avahiya navendî ya şîrketa derman û kîmyewî ya Bayenê çûn û daxuyaniyek dan û bêdengiya li hember bikaranîna çekên kîmyewî şermezar kirin.

Ciwanên ku îro li Leverkûsenê dest bi meşa xwe ya roja 5’an kirin, wê êvarê li Kolnê rawestin.

Back to top button