2’yemîn Konferansa Jinan a Navnetewî ku wê gelek jin ji Kurdistan û gelek deverên cîhanê beşdar bibin, destpêkir.
Konferans bi durişma “Şoreşa me, Azadkirina Jiyanê ye”, `Jin, Jiyan, Azadî’ li paytexta Almanyayê Berlînê destpêkir.
Konfirans bi beşdarbûna jinên ji kurdistanê û gelek rêxistinên jinan ê cîhanî û yên famînîst destpêkiriye.
Axaftina vekirinê ji hêla Berdevka Têkiliyên Derve ya TJK-E Melîke Yaşar ve hat kirin.
Melîke Yaşar jina Kurd Jîna Emînî û Nagîhan Akarsel bi bîr anî û diyar kir ku ji Îranê heyanî Arjantînê bi pêşengiya jinan li dijî pergala mêr serweriyê serhildanekê bê hempa dimeşe û wiha got;
“Pêwistiya me bi têkoşînekê wiha heye ku pergalê ji rihên wî bin bixe.
Paşê dîmenên Konferansa 1’emîn a di sala 2018’an de li Frankfurtê hatibû lidarxistin, hat temaşekirin.
Rûniştina destpêkê bi sernavê “Şerê Sêyemîn ê Cîhanê, Şikandina Dewlet û Zilamtiya Zextdar” birêve çû.
Di konferansê de girîngiya têkoşîna li dijî pergalên ku mêtingerî, belengazî û mirinê li ser jinê û civakê ferz dikin, tê nîqaşkirin.
Konferans wê du rojan dewam bike.