Ciwanên rojavayê Dêrazorê êrişên dewleta Tirk a dagirker ên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyê şermezar kirin.
Endamên Tevgera Ciwanên Şoreşger a Sûriyê, Yekitiya Jinên Ciwan û Meclisa Ciwanên Partiya Sûriya Pêşerojê yên gundewarên rojavayê Dêrazorê li ber navenda Meclisê ya Muhêmîdiyê daxuyaniyek da.
Di daxuyaniya ciwanan de ev tişt hat gotin: “Dewleta Tirk a dagirker êrişên xwe li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyê didomîne, navendên sivîl, binesaziyê û sivîlan dike hedef.
Hemwextî wê îstxbarata Tirk ferman da şaneyên DAIŞ′ê ku êrişên xwe li dijî QSD′ê û saziyên Rêveberiya Xweser zêde bikin.
Hemû hevdîtinên Rûsya, Tirkiyê û hikumeta Şamê bi armanca têkbirina berxwedana gelê me ne.
Em bang li rêxistinên taybet bi mafên mirovan û civata navneteweyî dikin ku li hember van gefan bisekinin, sînorekî ji rejîma Tirkiyê re deynin û zextê lê bikin ku dawî li êrişên wê bînin.”