Hevserokê Meclisa Herêma Rojava ya Dêrazorê Mihemed El Hîlal bazarên li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê red kir û got:
“Şêniyên Dêrazorê wê li hemberî her planeke li ser herêmê bisekinin.”
Mihemed El Hîlal nêzîkbûna hikumeta Şamê û dewleta Tirk bi komployekê bi nav kir û got:
“Asta komploya ku Tirkiye, Rûsya û hikumeta Şamê li dijî gel saz dikin, ji her kesî re eşkere ye.”
Her kes dizane ku projeya Rêveberiya Xweser projeyek li djiî lîberalîzmê û dewletên mêtînger e..
Ji ber vê yekê hewl didin bi rêya hedefkirina herêmê vê projeyê têk bibin.”
Mihemed El Hîlal destnîşan kir ku ev nêzîkbûn nakeve xizmeta gelê Sûriyeyê û wiha domand:
“Armanc ji vê nêzîkbûnê têkbirina yekitiya me ye.
Lê em serî natewînin û destûr nadin tu aliyî ku projeya me têk bibin.”