Der barê zext û binpêkirinên hikumeta Îranê li dijî pêkhateyên Îranê Raporterê taybet yê NY ê mafên mirovan li Îranê Cawîd Rehman, rapora xwe ya dawî eşkere kir.
Di raporê de hat diyarkirin ku nîvê girtiyên siyasî yên li Îranê Kurd in û zextên li dijî siyasetmedar, parêzvan, rojnamevan û jinan berdewam in.
Raporterê taybet yê NY yê mafên mirovan li Îranê Cawîd Rehman têkildarî rewşa mirovan a li Îranê û binpêkirinên hikumeta Îranê rapora xwe ya dawî weşand.
Cawîd Rehman diyar kir ku ev 10 sal in Îran rê nedaye ti raporterên NY biçin Îranê û li wir mafên mirovan lêkolîn bikin.
Di raporê de ev agahî hatin parvekirin:
Lehiya îsal li Îranê rabûyî û bandoriya bi hêz a neyênî ya dorpêça aborî ya Amerîka daniye li ser Îranê tê kirin.
Karbidestên dezgeha Dada Îranê li ser derxistina biryara darvekirinê berdewam in û bi taybetî zarokan jî darve dikin.
Îran di warê girtin û zindankirina der-qanûnî ya welatiyên biyanî ti pêşkeftin çênekiriye.
Li dijî parêzer, rojnamevan, jin… û hwd hîna zext berdewam in.
Di raporê de hat destnîşankirin ku sala 2018’an 7 kes di temenê zaroktiyê de hatin darvekirin û niha jî 9 kes heman temenî de di cezaya darvekirinê de ne.
Di raporê de bal li ser Zextên rejîma îran li ser Kurdên Rojhilatê Kurdistanê jî hat kişandin û wiha hat gotin:
Nîvê girtiyên siyasî li Îranê Kurd in.
Kurd li saziyên bilind nayên erkdarkirin û zimanê Kurdî di dibistanan de fermî nayê dayîn.
Di dawiya raporê de Ji Îranê hat xwestin ku rê bide raporterên NY da ku li Îranê şert û mercên mafê mirovan guftugo bike.