Mûstafa Karasû: Berpirsê erdhejê siyaseta li Tirkiyê ye

Derbarê encamên ku erdheja li Bakurê Kurdistanê û Tirkiyê rû da, Endamê Konseya Rêveber a KCK’ê Mûstafa Karasû nirxandin kir. Mûstafa Karasû da zanîn ku berpirsê erdhejê siyaseta li Tirkiyê ye, dewleta Tirk li dijî gel ava bûye û got:” Divê rêxistinên civakî yên sivîl bi mexdûrên erdhejê re bibe alîkar”.

Endamê Konseya Rêveber a KCK’ê Mûstafa Karasû têkildarî erdheja li navçeya Bazarcix a Mereşê ku di 6’ê Sibatê de çêbû ji ANF’ê re axivî.

Mûstafa Karasû destpêkê sersaxî ji gelên Tirkiyê û Sûriyê xwest û şifa ji birîndarên erdhejê re jî xwest.

Mûstafa Karasû diyar kir ku berpirsa felaketa erdhejê, siyaseta li Tirkiyê ye û got:

Dewleta Tirk di demên erdhejê de cihê xwe li ba gel nagire.

Hikûmeta AKP’ê baca piştî erdheja sala 1999’an hatiye berhevkirin, xwariye.

Lewma divê alîkariya erdhejê bi dewletê û AFAD’ê re neyê kirin.

Divê rêxistinên civakî yên sivîl bi mexdûrên erdhejê re bibe alîkar.

Mûstafa Karasû: Sedema felaketê polîtîkayên heta îro ne

Endamê Konseya Rêveber a KCK’ê anî ziman ku tiştê ku felaketa erdhejê mezin kir, polîtîkayên dewletê bûn û wiha bi lêv kir:

Rayedarekî AFAD’ê bi awayekê rûşûştî, rabû, got: ‘Peywirdarên me, komên me yên rizgakirinê, li her derê ne.’

Lê tiştê xuya dike, tiştên ku gel dibêje, bi temamî berovajiyê gotinên wan in.

AFAD, çûye çend bajaran, li ser çend kavilan hewil daye ku kesan rizgar bike. Ew jî roja 3 a erdhejê bû.

Mûstafa Karasû: Dewleta Tirk li dijî gel ava bûye

Mûstafa Karasû diyar kir ku dewleta Tirk li dijî gel ava bûye û ev tişt got:

Gava gerîla li çiya dibînin, demildest bi dehan helîkopter, balafirên biçek ên bêmirov, bi sedan wesayît, bi hezaran leşkeran dişînin.

Lê ji bo di erdhejekê de, mirovan xelas bikin, tevnagerin.

Ev dewlet, li dijî gel ava bûye, li gor zextê ava bûye.

HDP’yî zû bi zû çûne wê derê, Rêxistinên civakî yên sivîl çûne, ji bajarên mezin dilxwazên ciwan çûne û rê li ber girtine ku encam girantir nebe.

Dewlet bi gotina ‘Felaketa sedsalê ye’ hewl didin ku bêtedbîriya xwe veşêrin.

Mûstafa Karasû: Divê rojavayê Firatê ji nû ve bibe cihê jiyanê

Endamê Konseya Rêveber a KCK’ê Mûstafa Karasû di dawiyê de wiha anî ziman:

Bi rastî jî rojavayê Firatê wêraniyeke pir mezin jiyaye.

Hema hema rojavayê Firatê hatiye wê rewşê ku lê jiyan nebe.

Ji ber vê yekê ez bang hemû gelê me yên li metropolan, li Ewropa, li rojavayê Firatê dikim ku rojavayê Firatê ji nû ve ava bikin.

Divê em wê derê ji nû ve bikin cihê jiyanê, ava bikin û pêşiya vê rewşê bigirin.

Back to top button