“Em xwedî li têkoşîna xwe ya ziman û perwerdehiyê derkevin”

Komîteya Perwerdehiyê ya KCK’ê Roja Zimanê Dayikê ya Cihanê pîroz kir û banga xwedî derketina zimanê dayikê kir.

Daxuyaniya Komîteya perwerdeya Civakê ya KCK’ê wiha ye:

“24’emîn Roja Zimanê Dayikê a Navneteweyî di serî de li Rêber Apo, şehîdan û gel pîroz be.

Her zimanekî hilgirê dîrok, çand, wêje, hûner û felsefeya jiyanê a civaka xwe ye.

Eşkereye ku civaka zimanê xwe ji bîrkirî bi mîsogerî wê çanda xwe, dîroka xwe, nasnameya xwe û herî dawî jî wê bîra xwe winda bike.

Bi boneya 24’emîn salvegera roja zimanê dayikê em Komîteya Perwerde a KCK’ê bang li hemû mamosta, akademîsyen, karmendên perwerdehiyê û malbatan dikin ku rê nedin rejîma tirkiyê ku di bin navê erdhejê de mexdûriyetên heyî ji bo desthilatdariya xwe vegerînin qezencê.

Lewra di rewşa niha de erk û berpirsiyariya tevahî perwerdekaran ev e ku mercên Rewşa Awarte nasnekin, zarokên xwedî pêdiviya alîkarî û piştgiriya derûnî bi tenê nehêlin.

Îro ji her demê zêdetir di warê jiyanî û zagonî de xwedî li tekoşîna hebûn, nasname, ziman û perwerdehiyê derbikevin.”

Back to top button