Li Ewropa çalakiyên piştevaniya Serhildana ‘Jin, Jiyan, Azadî’

Serhildana li Rojhilatê Kurdistan û Îranê li welatên Rojava jî rastî piştevaniyeke bihêz tê.
Bi hezaran kes li Belçîkayê li ber derê Konseya Ewropayê kombûn û xwestin Supayê Pasdaran bi fermî weke rêxistinek terorîst were nasîn.
Li nava welat jî bi rêya zextan deshilata Tehranê hewil dide dengê civakê qut bike.

Serhildana ‘Jin, Jiyan, Azadî’ ya li Rojhilatê Kurdistan û Îranê 159 roj li pey xwe hiştin.

Tevî gefên kuştin, darvekirin, girtin û êşkenceyan jî bi awayên cûda cûda nerazîbûna xelkê li Rojhilatê Kurdistan û Îranê di dome.

Di heman demê de piştgiriya ji bo serhildana li Rojhilat û Îranê jî roj bi roj zêde dibe.

Doh bi hezaran kes li Belçîkayê li ber derê Konseya Ewrupayê kombûn û xwestin Supayê Pasdaran bi fermî weke rêxistinek terorîst were nasîn.

Li gelek welatên din jî çalakiyên piştevaniyê hebûn.

Ji YE bo Îranê cezayên nû

Piştî van çalakiyan îro Yekîtiya Ewropa çarçoveya cezayên li ser Îranê berfireh kir.

Yekîtiya Ewropayê (YE) ji ber binpêkirinên mafên mirovan yên li Îranê çarçoveya cezayên sepandibû berfireh kir.

Biryar hemwextî Civîna Wezîrên Karên Derve yên YE dewam dike de, hat qebûlkirin.

Li gorî vê yekê, welatên Yekîtiya Ewropayê wê li ser 32 kes û 2 rêxistinan ku Wzîrê Çandê û Perwerdeyê jî di nav de ye cezayan bisepîne.

Li Îranê çalakiyên cûda hatin lidarxistin.

Li gelek cihên giştî dirûşme li ser dîwaran hatin nivîsandin, ciwanan li kolanan agir pêxistin û dijî desthilatê nerazîbûna xwe anîn ziman.

Li dijî rewşa nebaş a jiyanî gel li qadan bûn

Rewşa nebaş a jiyanî bû sedema li gelek parêzgehên Îran û Rojhilatê Kurdistanê kesên teqawîdbûyî çalakiyan li dar bixin.

Li bajarê Dîwaniye ya Rojhilatê Kurdistanê Fuad Fedîm ê ku ji aliyê hêzên Îranê ve hatibû kuştin, hate bi bîranîn.

Di merasîmê de bê navber dirûşme hatin gotin.

Deshilata Îranê ji bo bêdengkirina gel cezayên cûda pêk tîne

Li bajarê Îlam ya Rojhilatê Kurdistanê bi hêceta dijî asayîşa welat derketiye, dadgehê 2 sal ceza bi ser xendevana jin ya bi navê Nîgar Dawidî de birî.

Herwiha dadgehê 2 sal cezayê qedexeya derve jî da Nîgar Dawidî.

Ji bilî van cezayan salek karkirina bê beramber ji bo Fermangeha Çavdêrî ya Civakê û 200 saet fêrbûna quranê weke ceza li Nîgar hate birîn.

Back to top button