Bendava Tişrînê ji ber rêjeya ava kêm heta hefteyekê tê rawestandin

Rejîma faşîst ya dewleta Tirk, bi rêya dorpêç û zextan dixwaze gelên herêmê bêzar bike. Dema vê yekê dike jî bê ku qanûnên navnetewî li ber çavan bigre pêk tîne. Rêveberiya Rêveberiya Giştî ya Bendavan a Bakur û Rojhilatê Sûriyê ragihand ku bendava Tişrînê ji xizmetê derketiye. Bi vê yekê re, tevî Kobanê û herêmên wê qutbûna elektirîkê despê kir.

Av jiyana ku zindî li derdora wê kom dibin û pêwistiyên xwe yên jiyanî pêk tînin e.

Piştî bendavên li ser çemê Firatê ji aliyê Hêzên Sûriya Demokratîk QSD’ê ve hatin rizgarkirin û ketin xizmeta gel de, rejîma Tirkiyê dest bi planên qirêj kir.

Ji 2016’an ve, dewleta faşîst roj bi roj ava di çemê Firatê de diherike kêm dike.

Ev yek raste rast bandorê hem li ser zindiyên di çem de û hem jî li gelê herêmê dike.

Ji ber beşeke zêde ya pêwistiyên elektirîka herêmê ji bendavên li ser çem tê bidestistin.

Yek ji van jî bendava Tişrîn ê ye.

Ji bendavê elektirîk bû Kobanê û herêmên wê dihat şandin.

Herî dawî Rêveberiya Rêveberiya Giştî ya Bendavan a Bakur û Rojhilatê Sûriyê têkildarî mijarê daxuyaniyek nivîskî weşand.

Reveberiyê wiha got: “Ji ber kêmbûna ava Firatê û bandora wê li ser golên li ser çemê Firatê, her wiha ji bo ku mewsima çandiniyê ya 2023`an telef nebe, biryara rawestandina bendava Tişrînê heta dayîn.”

Hat gotin, eger sewiyeya avê di vê astê de bimîne, wê li gorî plana Rêveberiya Bendavan û saziyên têkildar bendava Tişrînê dem dem bê rawestandin.

Rawestandina bendava Tişrînê di vê hefteyê de wê bandorê li avdana erdan û peydakirina ava vexwarinê neke.

Meclisa Rêveber a Rêveberiya Xweser biryara rawestandina bendava Tişrînê ji 1`ê Adarê de heta hefteyekê, erê kir.

Şêniyên Kobanê: Qutkirina avê sûcê li dijî gelê herêmê ye

Li aliyê din şêniyên Kobanê derbarê kêmkirina avê bertek nîşan dan û gotin, divê dewletên cîhanî zextê li dewleta Tirk bikin.

Back to top button