Li Şemzînanê sibê agirê ewil yê Newrozê tê vexistin

Sibê li navçeya Şemzînan a Colemêrgê wê bi vêxistina agirê ewil starta Newroza 2023’yan bê dayîn.
Endamên Komîteya Amadekar diyar kirin newroza Şemzînanê wê bibe wesîleya hemû destpêkên baş û banga tevlîbûnê li gel kirin.
Dayikên Aştiyê ya Wanê jî ku bi kelecan li benda Newrozê ne bilêv kirin ku dê bi peyama ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Apo li qadan bin.

Newroza îsal ku dê diyarî qûrbaniyên erdhejên Mereşê bê kirin, dê li 43 deveran bi dirûşmeya “Her der Newroz, her dem azadî” bê pîrozkirin.

Sibê li navçeya Şemzînan a Colemêrgê wê bi vêxistina agirê ewil starta Newroza 2023’yan bê dayîn.

Endamên Komîteya Amadekar têkildarî xebatan agahî da û gel vexwend Newrozê

“Dê Newroz bibe wesîleya guhertina desthilata AKP’ê”

Hevberdevkê Komîteya Amadekar ê Newroza Şemzînanê Rojhat Geylanî, diyar kir pîrozbahiya Newrozê diyarî mexdûrên erdhejê bê kirin û ev yek got:

“Dibe ku govenda me, hunermendên me û dika me nebe lê bi agirê Newrozê yê li qada Newrozê bê vêxistin peyamên civakî bidin Tirkiyê.

Ev wê bibe wesîleya guhertina desthilata AKP’ê.

Ji paşerojê ve Şemzînan xwediyê ruhê berxwedanê ye”

“Bi hezaran Kawa dê dakevin qadan”

Rojhat Geylanî anî ziman newroza Şemzînanê wê bibe wesîleya hemû destpêkên baş û got:

“Heke Dehaqên hemdem hebin li dijî wan bi hezaran Kawa jî hene.

Kesên ku îsal dakevin qadan wê Kawa bi xwe bin.”

Endamê Komîteya Amadekar: Bibin meşale û tev li Newrozê bibin

Endamê Komîteya Amadekar Ferhat Ozeroysal jî têkildarî newrozê banga tevlîbûnê li gel kir.

Ferhat Ozeroysal ji gelê Şemzînanê xwest ku di agirê Newrozê yê ewil de bibin meşale û tev li Newrozê bibin

Dayikên Aştiyê ya Wanê: Em ê ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Apo li qadan bin

Li aliyê din derbarê Newroza îsal de Endamên Meclisa Dayikên Aştiyê ya Wanê axivî û hestên xwe anî ziman.

Dayikên Aştiyê ku bi kelecan li benda Newrozê ne bilêv kirin ku dê bi peyama ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Apo li qadan bin.

Zekeriya Kaya diyar kir ku ji ber erdhejan bi awayekî dilşikestî Newrozê pêşwazî dikin û got ku Newroz ji bo wan “cejan vejînê” ye

Rabîa Algorê jî destnîşan kir ku kurdan ji bo Newrozê bedêlên giran dan û banga tevlîbûna Newrozê li her kesî kir.

Besna Aydoganê jî di serî de got: “Tevî ev qas êşan jî, em ê li qadan agirê Newrozê gur bikin.

Ji bo Newroza Sêrtê banga tevlî bûnê hat kirin

Komîteya Amadekar a Newrozê ya Sêrtê jî têkildarî bernameya Cejna Newrozê ku wê di 19’ê Adarê pîroz bikin de li Rêxistina HDP’ê civîna çapemeniyê li dar xist.

Endamê Komîteya Amadekar Tûrgût Yurek diyar kir ku wê agirê Newrozê saet 10.00’an li qada Newrozê ya li Taxa Bariş vêxin.

Yurek bang kir li hemû gelan kir ku li dora agirê Newrozê berxwedanê mezin bikin.

Back to top button