Di nava demên dawiyê de, trafîka dîplomasiya di navbera Fransa û Rojavayê Kurdistanê de xurt bûye. Di demekî ku şandeyek Rêveberiya Xweser ya Bakur û Rojhilatê Sûrî li Fransayê ye, şandeyek wî welatî jî derbasî Rojava bû.
Di nava şandeya Fransî de, ji nûnerên Senatoya Fransayê Laurence Cohen, Senatorê ji Partiya Komunîst Pierre Laurent û Parlamentera Partiya Kesk û Jîngehê Marie Pochon heye.
Şande ji aliyê Hevserokê Meclisa Rêveber a Rêveberiya Xweser Ebd Hamid El Mihbaş û Hemdan El Ebid ve hate pêşwazî kirin.
Despêkê di navbera aliyan de civîneke li çapemeniyê girtî pêk hat.
Di rojeva sereke ya şendeyê de, rewşa li herêm û gefên dewleta Tirk a qirker yên li ser herêmê bû.
Kêmkirina ava Firatê jî yek ji mijarên sereke yên nîqaşê bû.
Piştre endamên şandeyê derketin pêşiya çapemeniyê û daxuyanî dan.
Di daxuyaniyê de teqez li ser hevkariya di warê tenduristî ya navbera aliyan de hate kirin.