Erebên Şengalê 4’ê Nîsanê pîroz kirin

Li Şengalê şahiyek hat lidarxistin û têde rojbûna rêbertî hat pîrozkirin.

Li herêma Ereba a Şengalê bi boneya 4’ê Nîsanê roja rojbûna Rêber Apo şahiyek hat lidarxstin.

Bi sedan welatiyên ji pêkhateya Ereb û Êzidî beşdarî şahiyê bûn û rojbûna rêber Apo pîroz kirin.

Di şahiyê de li ser navê meclisa gel û meclisa jin ên herêma Ereba axaftin hatin kirin.

Kesên axivîn diyar kirin ku bi saya rêber Apo her kes li Şengalê bê pirsgirêk bi hev re dijîn.

Her wiha piştrast kirin ku ew bi saya fikrê rêber Apo ji fermanan hatin xilaskirin.

Kesên axivîn bang li her kesî kirin ku ji bo azadiya fîzîkî ya rêbertî têkoşîna xwe xurt bikin.

Piştî axaftinan gel li ber sitranan govend gerandin û şahî bi dawî bû.

Back to top button