Di meha Nîsanê de li Başûrê Kurdistanê 8 jin hatin kuştin

Li başûrê Kurdistanê tenê di meha nîsanê de 8 jinan li herêmên cuda hatin kuştin û hin ji wan bi awayekî bi guman jiyana xwe ji dest dan.

Li başûrê Kurdistanê ji ber qedexekirina nûçeyên kuştina jinan di ragihandinê de her roja bûyerên kuştinê zêde dibin.

Li gor daneyan tenê di meha Nîsanê de herî kêm 8 jin hatin kuştin an jî bi awayekî bi guman jiyana xwe ji dest dan.

Bajarên ku jin lê hatine kuştin Kerkuk, Hecîawa, Rewandiz û Çoman, Ranya, Akrê, Soran û Raperîn e.

Heta niha jî sedema kuştina van jinan ne-hatiye zanîn.

Back to top button