Li Reqayê li dijî tecrîdê mîtîngek navendî hat lidarxistin

Li dijî tecrîd û ji bo piştgiriya hilbijartinê ya partiya çepên kes li Reqa mîtîngek hate lidarxistin.

Gelên herêmê bi yekdengî ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Apo û piştgiriya Partiya Çepên Kesk bikin di asta hêrêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê de mîtîngan pêkbînin.

Îro bi armanca rakirina tecrîdê û piştgiriya Partiya Çepên Kesk starta mîtîngên girseyî di asta hêrêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê li Reqa hate dayîn.

Mîtîng bi durşma “Azadiya Rêber Apo mîsogeriya demokrasî û aramiya heremê ye” hate lidarxistin

Şêniyên heremê bi yek dengî tecrîd şermezar kirin û ji bo têkbirina faşîzma Erdogan banga piştgiriya Partiya Çepên Kesk kir.

Mîtînga li reqa piştî axaftinan bi gerandina govendê bidawî bû.

Her wiha rojên pêşiya me jî tê payin ku di asta herêma Cizîrê de li Qamişlo, di asta Herêma Firatê de li Kobanê, di asta herêma Efrînê de li Şehba bi heman armancê mîtîngên girseyî pêk werin.

Back to top button