LI REQAYÊ MAZOTA ZIVISTANÊ TÊ BELAVKIRIN

Li Reqa û gundewarên wê meclis û komînan dest bi belavkirina mazotê li şêniyan kir.

Komîteya Sotemeniyê ya Meclisa Sivîl a Reqayê mazot li meclisên gel û komînên li Reqa û gundewarên wê belav kir.

Piştî ku meclis û komînan mazot wergirtin wan li şêniyan belav kir.

Komîteya Sotemeniyê ji her lîtreyekê re 75 lîreyên Sûriyê diyar kiriye.

Belavkirina mazotê ji taxa Muxtelîta ya li rojhilatê Reqayê ve dest pê kir.

Ji bo her malbatekê 400 lître mazot derdikeve.

Xebatên belavkirinê wê heta ku hemû malbatên herêma Reqayê û gundewarên wê mazotê bigirin, dewam bike.

Hêjayî gotinê ye ku Rêveberiya xweser ji bo herêma Reqayê û gundewarên wê 51 milyon û 200 hezar lître mazot diyar kiriye.

 

Leave a Reply

Back to top button