Li Îranê parazvana mafê mirova Leyla Ziafer ji ber daxuyaniya wê ya piştgirî-dayîna serhildanên ‘Jin, Jiyan, Azadî’ hat girtin.
Piştî kuştina Jîna Emînî li Îran û Rojhilatê Kurdistanê bi pêşengiya jinan û bi dirûşmeya “Jin Jiyan Azadî” serhildan dest pê kir.
Dewleta Îranê bi polîtîkayên girtin, cezakirin, kuştin, darvekirin û jehrîkirina xwendekarên keç hewl dide berxwedanê bitepisîne.
Perwerdekara Îranî û parazvana mafê mirovan Leyla Ziafer piştî parvekirina li ser hesabê xwe yê medyaya dîjîtal hat girtin.
Polîsên Îranê avêtin ser mala xwişka wê û dest danîn ser amûrên teknîkî yên Leyla.
Peyama ku girtina Leyla Ziafer hincet hatiye nîşandan wiha ye:
Em nikarin ji rêya ku ketine paş ve vegerin, ji bo rakirina vê xwe nixamtin û dîlgirtinê me şehîd dane, em ê nehêlin xwîna şehîdên me li erdê bimîne.