Malbatên Şehîdan: Divê cîhan li dijî vî bêdeng nemîne

Malbatên Şehîdan ên Mexmûrê bikaranîna çekên kîmyawî ji aliyê dewleta Tirk ve li dijî gerîlayan şermezarkirin.
Malbatan bang li qada navdewletî kirin ku li dijî van sûcên şer bibin xwedî helwest.

Dayîka bi navê Gulê Ozek diyar kir ku gerîla mirovahiyê ji dagirkeran diparêze û got:

”Gerîla nahêle darek bê şewitandin û xwezayê diparêze.

Dil nade bide ser kulîlkekî. Ev rastiya gerîlayên me ne.”

Dayîka Gulê bang li tevahî qada navnetewî kir ku bi erka xwe rabin .

Li ser heman mijarê Hamid Otun jî axivî û got :

”Çekên ku niha li hemberî gerîlayên me tên bikaranîn, teht û zinaran dihilweşînin.

Zarokên me dişwitînin û jehrî dikin. Wek malbatên şehîdan kezeba me dişewite.

Ji ber vê divê cîhan dengê xwe bike “

Back to top button