“Metirsiyek li ser jiyana Şêrwanî çêbibe Mesrûr Barzanî berpirsyar e”

Agahiyên di medyayê de belav dibin eşkere dikin ku PDK’ê di girtîgehê de hewla qetilkirina rojnamevan Şêrwan Şêrwanî daye.

Nûnerê Girtiyên Behdînanê Ayhan Seedî agahiyên di medyayê de belav bûne axivî.

Ayhan diyar kir ku ku her metirsiyek li ser jiyana Şêrwanî çêbibe, Mesrûr Barzanî jê berpirsyare û wiha got:

“Me ew raporta rojnamevaniyê xwendiye, berê jî hewldane bi rêya kesên tarî di girtîgehê de Girtiyên Behdînanê qetil bikin bi taybet jî Şêrwan Şêrwanî.

Di destê me de gelek belge hene ku me kariye ji girtîgehê derbixin, lewma her metirsiyek li ser jiyana Şêrwan Şêrwanî çêbibe, Mesrûr Barzanî bi xwe jê berpirsyare.

Ji ber ku bi rastî doza Şêrwanî û girtiyên Behdînanê ne karê dadgehê ye.

Ji ber ku ji destpêkê heta niha hemû biryarên li dijî Girtiyên Behdînanê ji aliyê ofîsa Mesrûr Barzanî û siyasî ve tên dayîn.”

Parêzerên Behdînanê: Girtina rojnemevan Şêrwanî dûrî pîvanên yasayî ye

Back to top button