Milley: Di şerê Efxanistanê de hat windakirin

Serokê Fermandariya Giştî yê DYA’yê Orgeneral Milley ji her kesê ku li Efxnistanê xizmet dikir xwest ku serê xwe bilind bikin û got:
“Wan tiştê ji bo gelê xwe dixwestin kirin.”
Milley dibêje şerê li Efxanistanê hat windakirin.

Serokê Fermandariya Giştî yê DYA’yê Orgeneral Mark Milley diyar kir ku şerê 20 salan ê li Efxanîstanê weke ku welatê wî dixwest bi dawî nebû û got,

“Şer winda ye.”

Mark Milley dibêje ji ber dema valekirina paytext Kabulê û radeskirina Talîbanê de ew poşman e.

Milley di salvegera duyemîn a kontrolkirina Kabula paytexta Efxanistanê de ji televîzyona ABC re axivî û şerê 20 salan nirxand.

Serokê Fermandariya Giştî yê DYA’yê Orgeneral yê di dawiya Îlonê de wê teqawîd bibe, li ser şerê bi Talîban û rewşa Efxanistanê wiha got:

“Bi awayê ku me dixwest bi dawî nebû.”

Di hevpeyvîna ku wê roja yekşemê bi giştî were weşandin de Milley wiha dibêje:

“Dema ku dijmin paytexta ku hûn piştgirî dikin dagir dike, ew paşveçûnek stratejîk e, têkçûnek stratejîk e.

Bi awayekî berfirehtir, şer winda bûye.

Me zêdetirî 20 sal bû şerê Talîban û hevalbendên wan kir.

Ew li paytextê bi ser ketin ji ber gelek sedeman ku niha wextê min tune ku ez têxim nav wan.

Bê guman, gelek ji Ji 9/11 ve em gelek poşman bûne.”

Milley ji her kesê ku li Efxanîstanê xizmet kiriye xwest ku serê xwe bilind bikin, “Ji ber ku wan tiştê ku bo miletê xwe dixwest kir” û wiha li axaftina xwe zêde kir:

“Me 20 sal li pey hev Amerîka li hember êrişeke ji Efxanitanê were parast.

Her wiha ji bo xelkê Efxan hêviya jiyaneke baştir da çêkirin.”

Milley li ser pirsa gelo ew bi xeletî û poşmaniyê razî ne û poşman e ku divê artêşa Amerîkayê berê dest bi valakirina ji Afganîstanê bikira, ev bersiv da:

“Bêguman ji 11’ê Îlonê ve li Efxanistanê bêtirî 2400 leşkerên me û di êrîşa li Kabulê de 13 leşkerên me mirin.

Bê guman gelek poşman hene.

Ji her leşkerekî ku ez winda dikim poşman im.”

Serokê Fermandariya Giştî yê DYA’yê Orgeneral Mark Milley pêvajoya vekişînê ya ku tevî şaştiyan 124 hezar kes veguhestin de, wek “serkeftineke lojîstîkî ya bêhempa” bi nav kir.

Back to top button